Şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê dike

Şandeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê serdana Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Bexdayê dike.

18.01.2023, Çar - 08:52

Şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê dike
Nuçe Belav bike

Endamê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Adil Zengene îro 18ê Çileya 2023an ji K24ê re ragihand, biryar e îro danê sibê şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê bike.

Zengene da zanîn, şanda Wezareta Pêşmerge dê li navenda Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, çend hevdîtinên girîng pêk bîne.

Ev di demekê de ye, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sebit Mihemed roja 9.01.2023an derbarê pêwendiyên di navbera artêşa Iraqê û Wezareta Pêşmerge de diyar kir, pêwendiyeke wan a pir baş ligel Wezareta Pêşmerge heye.

Sebit Mihemed got jî: “Supasalarê Pêşmerge Îsa Uzêr beşdarî çendîn civînên girîng ên Wezareta Berevaniyê û Encûmena Asayişa Netewî bûye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x