Şandên PDK û YNKê bi merema danûstandinên li ser pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên li Sûriyeyê û navçeyê dicivin.
Endamê şanda danûstandinan a PDKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji ajansa K24ê re ragehandibû, “armanca vê civînê danûstandinên pêkanîna Kabîneya Deham ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên li Sûriye û navçeyê ne.”
Ji dema hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine kirin, ev dibe civîna duyem ya şandên PDK û YNKê ji bo danûstandinên li ser pêkanîna kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Civîna yekê ya wan her du şandan li roja 30.11.2024ê li Debaşanê hatibû kirin. Her du aliyan di ragehandineke hevpar de amaje dabû ku “ew civîn erênî” bû.(K24)