Serok Barzanî: Dr. Cercîs Hesen jiyê xwe di Pêşmergetî û xebata gelê xwe de derbaz kir

Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya Dr. Cercîs Hesen peyameke serexweşiyê belav dike.

15.03.2024, Cum - 06:23

Serok Barzanî: Dr. Cercîs Hesen jiyê xwe di Pêşmergetî û xebata gelê xwe de derbaz kir
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî îro (Înî, 15.03.2024) ji bo koça dawiyê ya Dr. Cercîs Hesen peyameke serexweşiyê belav kir ku tê de hatiye, “Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen jiyê xwe bi awayekî merdane di Pêşmergetî û xebata gelê xwe de derbaz kir û mînaka wefadarî û dilsoziyê bû”.

Herwesa di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Em serexweşiyê li tev heval û hevsenger û dost û nas û malbat û kesûkarên Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen dikin û em hevparên xema wan in”.

Li dawiyê jî Serok Barzanî lava ji bo Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen û tev aliyan kirine û gotiye, “Em ji Xudayê mezin dixwazin canê Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi tev aliyan bide.

Ev jî deqê peyama Serok Barzanî ye:

"Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke zêde ve xeberê koça dawiyê ya têkoşer û xebatkerê gelê me û endamê berê yê Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya PDKyê Dr. Cercîs Hesen gehişt min.

Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen jiyê xwe bi awayekî merdane di Pêşmergetî û xebata gelê xwe de derbaz kir û mînaka wefadarî û dilsoziyê bû.

Em serexweşiyê li tev heval û hevsenger û dost û nas û malbat û kesûkarên Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen dikin û em hevparên xema wan in.

Em ji Xudayê mezin dixwazin canê Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi tev aliyan bide.

Îna lîlah we îna îleyhî racîon"

Mesûd Barzanî

15ê Adara 2024ê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:58:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x