Serok Barzanî peyameke spasiyê weşand

Serok Barzanî spasiya wan kesan kir ku ji ber wefata xwişka wî peyamên sersaxiyê şandin an jî beşdarî şîna wê bûn.

27.02.2024, Sal - 07:06

Serok Barzanî peyameke spasiyê weşand
Nuçe Belav bike

Zekiya Mistefa Barzaniya xwişa Serok Barzanî, 23yê Sibatê li Hewlêrê çû ser dilovaniya xwe.

Şîna Zekiya Mistefa Barzaniyê li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hat danîn û gelek kes çûn şîna wê.

Herwiha gelek serok û kesayetên girîng jî bi rêya name, peyam û telefonan ji Serok Barzanî re sersaxî xwest.

Serok Barzanî peyameke nivîskî weşand û spasiya wan kesan kir ku ji ber wefata xwişka wî peyamên sersaxiyên şandine an jî beşdarî şîna wê bûne.

Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku ew rêzê li xemxuriya xelkê Kurdistanê û dostên xwe digirin û ev hevxemiya wan tiştekî binirx e.

Serok Barzanî herwiha ji ber eleqeya wan a zêde spasiya Pêşmergeyan û ji ber sebira wan jî spasiya şêniyên Pîrmamê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:03:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x