Îro 26.02.2024ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Patrick Durel kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî amade bû û rewşa siyasî û pêşhateyên dawî yên li Iraq û navçeyê hatin guftûgo kirin.
Di hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê û şandeya li gel ji ber koça dawî ya Zekîya Mistefa Barzanî ku xwîşka Serok Barzanî bû, serxweşî li Serok Mesûd Barzanî kirin.