Serok Barzanî pêşwazî li malbata şehîd Pêşrew Dizeyî kir

Serok Barzanî pêşwazî li malbata şehîd Pêşrew Dizeyî kir û hevxemiya xwe gihand malbata şehîd Pêşrew Dizeyî û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest.

27.01.2024, Cts - 13:11

Serok Barzanî pêşwazî li malbata şehîd Pêşrew Dizeyî kir
Nuçe Belav bike

Baregaha Barzanî di daxuyaniyê de belav kir, “Piştî êrîşa mûşekî ya ne rewa ya Supaya Pasdarên Îranê li ser mala şehîd Pêşrew Mecîd Dizeyî, ku di encamê de ew û keça wî ya yazdeh mehî Jîna şehîd bûn û hevjîn û kurên wî jî birîndar bûn, herwiha çend welatiyên din ên şehîd û birîndar bûn, Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Çileya 2024an pêşwazî li malbata şehîd Pêşraw Dizeyî kir.”

Di daxuyaniyê de hat: “Di hevdîtinê de, Serok Barzanî careke din pirse û sersaxiya xwe gihand malbata şehîd Pêşrew Dizeyî û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest. Herwiha Serok Barzanî amaje bi wê da ku ew tawan, zulmeke mezin bû li hember malbata şehîd Pêşrew Dizeyî û xelkê Kurdistanê hate kirin.”

Da zanîn jî, “Di hevdîtinê de, kesayetî û têkoşerê dêrîn birêz Muhsin Dizeyî spasiya piştevanî û helwesta Serok Barzanî kir ku ji roja yekem ve ev karesat weke xema xwe zanî. Her wiha spasiya amadebûna Serok Barzanî di merasima oxirkirina şehîdên vê bûyera diltezîn de kir.”

Baregeha Barzanî got jî: “Her di vê hevdîtinê de, birêz Ebdullah Mecîd Dizeyî li ser navê xwe û malbata xwe û her sê birayên şehîd Pêşrew, pêzanînên xwe ji bo hevsoziya Serok nîşan da û soza wê jî da ku ew hemû dê li ser rêya şehîd Pêşrew Dizeyî ji bo avedanî û xizmetkirina xelkê Kurdistanê berdewam bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:25:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x