Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Çînê yê nû dike

Serok Barzanî û Konsulê Çînê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Pekînê di warên cuda cuda de dikin. Konsulê Çînê rola Serok Barzanî û PDKyê di dîrok û hevkêşeyên Kurdistan û Îraqê de bilind dinirxîne.

01.11.2023, Çar - 11:54

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Çînê yê nû dike
Nuçe Belav bike

Îro roja Çarşemê, 1ê Mijdara 2023ê, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Çînê yê nû li bajarê Hewlêrê Lio Gion û şanda pê re kir.

Li gor ragehandina Baregehê Barzanî, “Konsulê Çînê di wê hevdîtinê de rêz ji bo rola Serok Barzanî û PDKyê di dîrok û hevkêşeyên Kurdistan û Îraq û deverê de hebû. Herwesa wî qurbanîdana PDKyê di bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê de bilind dinirxîne.

Wekî ku wê ragehandinê amaje daye, zêdebarî amajedana bi peywendiyên dîrokî yên navbera Barzaniyê Nemir û serkirdeyên Çînê û Parta Komunîst a Çînê û PDKyê, Konsulê Çînê xweast ku peywendiyên welatê Çînê û Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda yên aborî, çandî, zanistî, bazirganî û geştkirina welatiyan de bên xurtkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku her di wê civînê de Serok Barzanî daxwaza serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Çînê li Hewlêrê kir û rêz ji bo dîrok û şaristaniya Çînê û gel û serkirdetiya wê hebû, ku ji astengên gelek mezin derbaz bûne û xizmeteke zêde pêşkêşî mirovatiyê û cîhanê kiriye. herwesa Serok Barzanî dilxweşiya xwe jî ji bo berfirekirina peywendiyên herdu aliyan diyar kir.

Herwesa di wê rûniştinê danûstandin li ser rewş û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên cîhanê û deverê jî hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:30:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x