Serok Barzanî: Salih Qellab parêzvanekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya nivîskarê Urdinî û parêzvanê dilsoz ê gelê Kurdistanê Salih Qellab, sersaxî li Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata Salih Qellab kir.

26.10.2023, Per - 08:14

Serok Barzanî: Salih Qellab parêzvanekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya nivîskarê Urdinî û parêzvanê dilsoz ê gelê Kurdistanê Salih Qellab, sersaxî li Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata Salih Qellab kir.

Serok Mesûd Barzanî sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Urdinî Salih Qellab wergirt, ku dostekî min ê nêzîk û parêzvanekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû.”

Serok Barzanî fi peyama xwe de got jî: “Ez sersaxiyê li birayê xwe birêz Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata xwedêjêrazî Salih Qellab re dikim.”

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Ereb û wezîrê berê yê ragihand û rewşenbîrî yê Urdinê Salih Qellab îro 25ê Cotmeha 2023an di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:06:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x