Serok Barzanî serexweşiyê li malbata Şehîd Eqîd Salih Zirarî dike

Serok Barzanî serexweûiyê li malbata şehîdê şerê çiyayê Qereçûx Eqîd Salih Zirarî dike.

27.10.2023, Cum - 07:05

Serok Barzanî serexweşiyê li malbata Şehîd Eqîd Salih Zirarî dike
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Baregehê Barzanî ragehand ku Serok Barzanî bi rêya tilefonê peywendî bi malbata Şehîd Eqîd Salih Zirarî kiriye, serexweşî lê kiriye û hevxemiya xwe jê re diyar kiriye.

Baregehê Barzanî parve kiriye, “Piştî sê rojan ji birîndarbûna Şehîd Eqîd Salih Zirarî di şerê çiyayê Qereçûx de û mana wî li nexweşxaneyê, sibeha îro roja Pêncşemê ji ber giraniya birîna xwe şehîd bû. Roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Serok Mesûd Barzanî bi rêya tilefonê peywendî bi malbata Şehîd Eqîd Salih Zirarî kir, serexweşî lê kir û hevxemiya xwe ji bo wan diyar kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:04:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x