Serok Barzanî 60emîn salvegera Pêşmergebûna xwe de peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 60emîn a tevlîbûna xwe ya rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de peyamek belav kir.

20.05.2022, Cum - 14:41

Serok Barzanî 60emîn salvegera Pêşmergebûna xwe de peyamek belav kir
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê peyamek arasteyî hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kir û ragihand, "çavê hemû Pêşmergeyan maç dikim".

Di beşeke din a peyamê de Serok Barzanî silav dişîne giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê û dibêje: “Silav bo giyanê pak ê şehîdan.”

Îro 20ê Gulana 2022yan, 60 sal di ser temenê pêşmergeyî yê Serok Barzanî re derbas dibin.

Serok Mesûd Barzanî di 16 saliya xwe de, roja 20ê Gulana 1962yan tevlî rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bû û çekê şoreşê da ser milê xwe

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:46:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x