Serok Barzanî bangî mamosteyan kir: Ji bo xurtkirina hestên welatperweriyê bixebitin

Serok Barzanî bangî mamosteyan kir û got, “Ji bo xurtkirina hestên welatperweriyê û bihevrejiyanê bixebitin.”

22.08.2023, Sal - 12:55

Serok Barzanî bangî mamosteyan kir: Ji bo xurtkirina hestên welatperweriyê bixebitin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî ev çend roj in li Dihokê û navçeyên wê bi xelkê re dicive.

Serok Barzanî îro jî bi mamoste û akademîsyenên herêma Badînanê re civiya.

Serok Mesûd Barzanî di vê civînê de axaftinek kir û bal kişand ser rola mamosteyan a di civakê de.

“Rola mamosteyan di pêşvebirina civakê û perwerdeya ciwanan de” yek ji mijarên sereke yên axaftina Serok Barzanî bû.

“Mamosteyan bi dilsozî xizmet ji gelê Kurdistanê re kiriye”

Serok Barzanî li ser rola mamosteyan wiha got:

“Mamoste di her rewşê de di sengerê pêşî yê perwerde û zanistê de bûn.

Wan bi dilsozî xizmet ji gelê Kurdistanê re kiriye û rê nedaye ku pêvajoya xwendin û fêrbûnê raweste.”

“Para Kurdistanê bû komkujî”

Herwiha Serok Barzani amaje bi wê yekî kir ku “Îraq li ser bingeha şirîkatiya Kurdan û Ereban ava bûye û pê de çû:

“Lê ev şirîkatî hate piştguhkirin. Para Kurdistanê bû komkujî û hewlên tunekirina gelê me.

Piştî ku rejîma berê rûxiya derfetek derkete holê ku jiyaneke nû li ser hîmên şirîkatî û hevsengiyê dest pê bike lê wan dîsa pişta xwe da destûrê.

Hinek desthilatdarên Îraqê bi nêta lawazkirina Kurdistanê û bêhêzkirina gelê me tevgeriyan.”

“Pêlek heye ku dixwaze li Kurdistanê bêhêvîtiyê ava bike”

Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê pêla ku dixwaze li Kurdistanê bêhêvîtiyê ava bike û got:

“Pêlek heye ku dixwaze li Kurdistanê bêhêvîtiyê ava bike, hesta welatperweriyê û nirxên heyî yên gelê Kurdistanê ji holê rake.”

Serok Barzanî ji bo têkoşîna li dijî vê pêlê bangî mamosteyan kir ku “Ji bo xurtkirina hestên welatperweriyê û bihevrejiyanê bixebitin.”

Serok Barzanî di civîna xwe ya bi mamosteyan re behsa mijarên wekî projeyên Herêma Kurdistanê yên ji bo perwerdeyê, peydakirina derfetên kar ji ciwanan re, avakirina çavkaniyên dahatê û têkoşîna li hemberî bikaranîn û firotina madeyên hişbir jî kir.

Li aliyê din, Serok Barzanî ji mamosteyan xwest ku di van mijaran de piştgiriyê bidin hikûmetê û aliyên pêwendîdar.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 352 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:23:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x