Serok Barzanî bi zarokên şehîdan re agirê Newrozê pêxist

Li Hewlêra paytext bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, berpirsên hikûmet û partiyan û nûnerên welatên biyanî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.

21.03.2023, Sal - 07:13

Serok Barzanî bi zarokên şehîdan re agirê Newrozê pêxist
Nuçe Belav bike

Li Hewlêra paytext bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, berpirsên hikûmet û partiyan û nûnerên welatên biyanî pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Serok Barzanî bi zarokên şehîdan re agirê Newrozê pêxist.

Yek ji pîrozbahiya Newroza Herêma Kurdistanê li Parka Şanedar a paytext Hewlêrê hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyaku ji aliyê parêzgariya Hewlêrê ve hat organîzekirin ji bilî Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xosnav, balyoz, konsulên giştî û nûnerên welatên biyanî û gelek mêvan beşdar bûn.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya li vir de Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û mêvanan pîroz kir.

Barzanî diyar kir ku Newroz yekem roja sala nû ye û xweza bi îro nû bûye û got “Wek hûn hemû jî şahid in, xwezaya Kurdistanê roj bi roj xweştir dibe. Du daxwazên min ji we hene; Ez hêvî dikim ku hûn herin seyranê û vê xwezaya xweş bibînin, biparêzin û paqij bihêlin. Hûn jî rêzikên trafîkê bişopînin û xwe û malbata xwe biparêzin.”

Barzanî diyar kir ku Newroz sembola azadî û serketina bindestan a li hemberî zaliman e û got ku Newroz ruhê azadîxwaziya gelê Kurd xurtir dike.

Mesrûr Barzanî got “Weke hûn jî dizanin, di demên borî de em rastî gelek zehmetiyan hatin, hewl dan ku Kurdistanê û aboriya Kurdistanê bişkînin lê bi ser neketin. Hewl dan aramiya Kurdistanê têk bibin lê bi ser neketin. Hewl dan vîna me bişkînin lê bi ser neketin. Ji ber ku me pişta xwe bi Xweda, Serok Barzanî û we ve girêda.”

Mesrûr Barzanî bal kişande ser wê yekê ku hikûmeta Iraqê hemû hewlên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan daye û ji bo vê yekê jî îradeyeke bihêz nîşan daye û got “Di encamê de ji bo çareseriya pirsgirêkan gavên erênî hatin avêtin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan me karî gavên erênî bavêjin û bi serokwezîr (Serokwezîrê Iraqê) re bigihin rêkeftineke destpêkê. Hêvîdarim di demek nêzîk de hemû pirsgirêkên din ên mayî jî bên çareserkirin. Ji ber vê yekê ez hêvîdar im ku em bi hev re bi hemû hêza xwe xizmeta gelê xwe li Kurdistan û tevahiya Iraqê bikin.”

Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku di peyama Newrozê ya îro ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de tîma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) vexwendiye ku vegere civînên Encûmena Wezîran.

Piştî axaftinê Serok Mesûd Barzanî li gel zarokên malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxist.

Piştre hunermend derketin ser dikê. Beşdarên pîrozbahiyê bi govendê Newroz pîroz kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:22:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x