Serok Barzanî: Bila neheqiyên bi vî awayî dubare nebin

Serok Mesûd Barzanî derbarê bûyera kuştina du mamosteyên zanîngehê de ku îro li Hewlêrê ji aliyê xwendekarekî ve hatin kuştin, bang li aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, tawanbar li gor yasayê were cezakirin.

29.06.2022, Çar - 06:22

Serok Barzanî: Bila neheqiyên bi vî awayî dubare nebin
Nuçe Belav bike

Roja Sêşembê 28ê Hezîrana 2022da, xwendekarekî Zanîngeha Soranê ji ber ku li vê zanîngehê hatiye derkirin û li Zanîngeha Selahedînê jî nehatiye wergirtin, çûye Zanîngeha Selahedînê û li wê derê êrîşî Dekanê Kolêja Yasayê ya zanîngehê D. Kawan Îsmaîl Gerdî û pasevanekî kiriye, ku destpêkê herdu kes birîndar dibin, lê paşê Dekanê Kolêja Yasayê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dide.

Piştî êrîşa ser Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedînê, tohmetbar êrîşî mala mamosetyê Kolêja Endazyariyê li heman zanîngehê D. Îdrîs Îzet Hemexan kiriye û ew jî kuştiye.

Derbarê bûyerê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û ragihand, ku ji ber bûyerê gelek xemgîn û dilgiran bûye.

Serok Barzanî dibêje: “Gelek xemgîn û nîgeran im bi şehîdbûna D. Kawan Îsmaîl û D. Îdrîs Hemexan ku îro di bûyereke tawankarî de canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.”

Di beşeke peyama xwe de, Serok Barzanî ji malbat, xizm, heval û nasên her du mamosteyan, tevahiya akademîsyen û mamosteyên Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir: “Ez xwe şirîkê xema wan dizanim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku sebr û aramiyê bide malbat û kesûkarên wan.”

Serok Barzanî herwiha têkildarî bûyerê û ji bo dubarenbûna bûyerên bi vî awayî bang li aliyê peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike û dibêje: “Daxwaz ji aliyên peywendîdar dikim tawanbar li gor yasayê bê cezakirin û herwiha rêkarên pêwîst bên pêkanîn daku tawan û neheqiyên bi vî awayî careke din dubare nebin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:28:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x