Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê rûpeleke din a hovîtiya rêjîma Beis bû

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê belav kir

24.04.2023, Pts - 08:54

Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê rûpeleke din a hovîtiya rêjîma Beis bû
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê belav kir û tê de ragihand, “Bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê rûpeleke din a hovîtiya rejîma Baas bû.

Serok Mesûd Barzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê nivîsî: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û zanîngeha Silêmaniyê di 24/4/1974 de, silav li giyanê pak ê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Ev karesat zulmeke mezin û rûpeleke din a hovîtiya rejîma Beis a li dijî gelê Kurdistanê bû. Lê belê hêz û îradeya gelê Kurdistanê ji balafir û Napalmê bihêztir bû û di dawiyê de îradeya Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriyê bi ser ket.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x