Serok Barzanî ragehand, “Hêşta pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene lê niyetek ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan heye”. Herwaha got, “Pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dadperwerane nîne.”
Serok Barzanî behsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “PDKê ji bo pêkanîna hikûmetê veto li ser çi aliyekî nîne, herwaha ji bo pêkanîna hikûmetê pişta xwe bi encamên hilbijartinan germ dike.” Navbirî herwaha behsa wê yekê jî kir ku, pêdivî ye yek hikûmet û yek herêm hebin.
Serok Barzanî di derheqa rewşa Rojhilata Navîn de jî got, “Rakêşana Iraqê bo nav şerê niha yê Rojhilata Navîn di berjewendiya Iraqê de nîne û zirar digehe wê, lewma ez daxwazê ji hemî aliyan dikim ku aştiyê hilbijêrin.”
Navbirî behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û amaje da, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di astekî baş de ne, lê hêşta li ser hin pirsan pirsgirêk di navbera wan de hene, tevî wê yekê jî niyetek ji bo çarekirina wan pirsgirêkyan heye. Tekez jî kir, “Pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dadperwerane nîne.”
Serok Barzanî di derheqa peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re ragehand, “Di berjewendiya Kurdan de nîne ku peywendiyên wan bi Îran û Tirkiyê re aloz bin. Peywendiyên me bi her du aliyan re asayî ne lê em rêyê nadin çi kesek desttêwerdanê di karûbarên me de bike.”
Serok Barzanî di derheqa Hevpeymanan û Rêkxistina DAIŞê de jî got, “DAIŞ hêşta metirsiyeke cidî çê dike, bi liberçavwergirtina wê yekê ku vekêşana hêzên Hevpeymanan bê pirçekkirina artêşa Iraqê pirsgirêk ye, ji ber ku Îraq ji aliyê hêza asmanî ve rûbirûyî lawaziyeke rastîn dibe.”