Serok Barzanî: Divê astengiyên li pêş hilbijartinên Herêma Kurdistanê nemînin

Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Plasschaert kir

01.08.2022, Pts - 11:58

Serok Barzanî: Divê astengiyên li pêş hilbijartinên Herêma Kurdistanê nemînin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Plasschaert civiya û ragihand, divê astengiyên li pêş hilbijartinên Herêma Kurdistanê nemînin û PDK amade ye her sibe hilbijartin bê kirin.

Serok Barzanî îro 1ê Tebaxa 2022an pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bi boneya salvegera 39emîn a jenosîdkirina Barzaniyan sersaxî li Serok Barzanî kir û tekezî li wê kir ku hemû hewlên xwe li navendên navdewletî dide ji bo ew tawan wek jenosîd bê naskirin.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên wê hatin guftûgokirin û tekezî li wê hate kirin ku pêwîst e ji bo çareserîkirina astengiyan, destûr bibe bingeha hevtêgihîştinan.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijareke din a vê hevdîtinê bû Serok Barzanî dubare kir ku divê astengiyên li pêş hilbijartinan nemînin û hilbijartin di zûtirîn de bê encamdan û divê mafên pêkhateyên netewî û olî jî parastî bin. Ji bo vê mebestê jî PDK amade ye her sibe hilbijartin bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x