Serok Barzanî: Divê hemû alî rêzê li destûr û statuya Herêma Kurdistanê bigrin

Serok Mesûd Barzanî îro 30yê Hezîrana 2022yan, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

30.06.2022, Per - 15:24

Serok Barzanî: Divê hemû alî rêzê li destûr û statuya Herêma Kurdistanê bigrin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 30yê Hezîrana 2022yan, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê David Hunt amade bû, dawî guhartin û pêşhatên Iraqê, zehmetiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li pêwîstiya pabendbûna aliyên siyasî yên Iraqê bi perensîpên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi wê da ku divê Hikûmeta Iraqê rêz li mafên gelê Kurdistanê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bigire û hemû alî rêzê li destûr û statuya Herêma Kurdistanê bigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:25:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x