Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qewiltas ya Kakeyîyan, pîrozbahî li pêkhateya Kakeyî (Yarsaniyan) kir.
Peyama Serok Barzanî
Bi navê Xwedayê dilovan û mîhreban
Bi boneya hatina sê şevên yaran (Qewiltas) yên Kakeyiyan, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xwişk û birayên Kakeyî yên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdar im xwişk û birayên Kakeyî û hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê hertim bone û cejnên xwe di bextewerî û aramiyê de û dûrî nexweşî û azarê de bikin.
Bi vê boneyê em tekeziyê li çanda aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
7/1/2023