Serok Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskoyê şermezar dike

Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.

23.03.2024, Cts - 12:04

Serok Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskoyê şermezar dike
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Em êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li Moskoyê ku sivîlên bêguneh kiriye armanc, bi tundî şermezar dikin.”

Serok Barzanî herwiha got: “Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazim û xwe bi hevxemê gel û hikûmeta Rûsyayê dizanin.”

Duhî danê êvarê Înê êrîşek li avahiyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskoyê hate kirin. Li gor amaran jî, zêdetirî 93 kes hatine kuştin û 145 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 197 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:27:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x