Serok Barzanî: Ewê DAIŞê li hember Şingalê kiriye bi hemû peyweran jenosayd e

Serok Mesûd Barzanî bi boneya pêncemîn salvegera jenosayda Kurdên Êzîdî peyamek belav kir.

03.08.2019, Cts - 09:53

Serok Barzanî: Ewê DAIŞê li hember Şingalê kiriye bi hemû peyweran jenosayd e
Nuçe Belav bike

Roja 13 Tebaxa 2014 hovên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin û Kurdên Êzîdî jenosayd kirin. Bi sedan kes bi komî kuştin, bi hezaran kes revandin, bi deh hezaran kes jî dan koçberkirin.

Bi vê boneyê, Serok Barzanî peyamek belav kir. Naveroka peyamê, ku ji aliyê malpera fermî ya Barzanî ve hatiye belavkirin, wiha ye:

“Roja sisiyê meha heştan,em bîranîna karesatekî dilhejîn dikîn. Ew karesata terorîstên DAIŞê bi ser xelkê Şingalê anî, li gor hemû peyveran, jenosayd e û pêwîste li navxwe û derve hewlan zêde bikin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexda bigihên rêyekî hevbeş ji bo avedankirina Şingalê û îdareya Şingalê li dest xelkê bajêr da be.

Karesata Şingalê dirêjiya karesatên din e ku bi ser gelê me da hatine û gelê me her bi zîndî maye. Carekî din tekez dikîn ku xûşk û birayên Êzîdî beşekî veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û bi hemû awayekî piştevaniya wan dikîn.

Li salvegera karesata Şingalê da, silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û wan pêşmergeyên qehremanên bi navê bergirîkirin û azadkirina Şingalê da giyanê xwe gorî kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 761 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:37:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x