Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê şanaziyê bi çanda pêkvejiyana xwe dike

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Patrîk Mar Ignatius Joseph III, Patrîkê Dêra Siryanî ya Katolîk a Entakyayê û şanda pê re kir ku ji hejmarek metranên Dêra Katolîk a Siryanî li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn pêk dihat.

06.02.2023, Pts - 11:37

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê şanaziyê bi çanda pêkvejiyana xwe dike
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de Patrîkê Dêra Siryanî ya Katolîk a Antakyayê spasiya hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina prensîpên pêkvejiyan, welatîbûn û aştiya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de kir û daxwaz kir ku ev prensîp bên kûrkirin.

Di peşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê şanaziyê bi çanda pêkvejiyanê dike û ev çand bi samaneke mezin bo gelê Kurdistanê bi nav kir.

Di hevdîtinê de her wiha bûyera şewitandina Qurana pîroz ji aliyê kesekî swêdî ve bi tundî hate şermezarkirin û ev yek weke kiryareke nerewa û takekesî hate binavkirin. Tekezî li wê jî hate kirin ku divê rêz li pîrozî û nirxên bilind ên mirovahiyê bê girtin.

Beşdarên civînê hevxemiya xwe ya kûr ji bo malbatên qurbaniyên erdheja ku îro danê sibê li Tirkiye, Sûriye û çend welatên din ên Rojhilata Navîn rû daye, nîşan dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:35:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x