Serok Barzanî: Gelê ti carî zimanê zordarî û tawanê qebûl nake

Serok Barzanî: Divê dewleta Iraqê qerebûya wan hemû tawan û stemkariyên li dijî miletê me hatine kirin bide.

25.08.2022, Per - 08:57

Serok Barzanî: Gelê ti carî zimanê zordarî û tawanê qebûl nake
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Tebaxê di salvegera tawanên Enfala Badînanê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Gelê ti carî zimanê zordarî û tawanê qebûl nake û divê dewleta Iraqê qerebûya wan hemû tawan û stemkariyên li dijî miletê me hatine kirin, bide.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

Di 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an de, di dirêjahiya zincîreya tawanên rêjîma Iraqê li dijî gelê Kurdistanê de, beşeke mezin a navçe û gundên devera Badînanê ketin ber hilmeta nemirovane ya kîmyabaran, girtin, kuştin, raguhastin û enfalkirina welatiyên bêtawan ji aliyê hêzên rêjîma wê demê ya Iraqê. Di encama vê tawana nemirovane de, bi hezaran welatiyên Kurdistanê şehîd, winda û derbider bûn û bi sedan gund wêran bûn.

Armanca rêjîmê ji vê kiryara şovenist û vê tawana mezin, guhartina demografiya Kurdistanê, şikandina vîna gelê Kurdistanê bi riya çek û zordariyê bû, lê belê vîna gelê Kurdistanê ya mayîn û azadîxwaziyê bi ser ket û ew dijmin, neyar û tawanbar ketin zibildana dîrokê.

Di bîranîna sî û çar saliya tawana enfala Badînanê de, silav li giyanê pak ê şehîdên komkujiya Kurdên Feylî, enfala Badînan, Germiyan, Barzan û hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê. Di vê bîranîna diltezîn de radigihînin ku gelê ti carî zimanê zordarî û tawanê qebûl nake û divê dewleta Iraqê qerebûya wan hemû tawan û stemkariyên li dijî miletê me hatine kirin bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x