Serok Mesûd Barzanî radgihîne, guhartinên siyasî û hevkêşe her çawa bin, em xwedî dozeke rewa ne û divê pirsgirêk bi riya pabendbûna bi destûrê û liberçavkirina her sê perensîpên hevbeş, hevsengî û lihevkirinê bêne çareserkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Tîrmeha 2022an bi Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya. Piştî civînê Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de rewşa Iraqê ya siyasî û dawî guhartinên proseya siyasî ya Iraqê hatin goftûgokirin.
Di daxuyaniyê de hat, “Guhartinên siyasî û hevkêş her çawa bin, em xwedî dozeke rewa ne û divê pirsgirêk bi riya pabendbûna bi destûrê û liberçavkirina her sê perensîpên hevbeş, hevsengî û lihevkirinê bêne çareserkirin. Ev perensîp divê li ser karê hikûmeta bê û hemû komên siyasî reng vede.”
Serok Barzanî ragihand jî: “PDK ne bi nakokî û kûrkirina qeyranan re ye, lê belê girîng e mafên destûrê û rûmeta welatiyan bê parastin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serok Barzanî ji bo baştirbûna erk û karê nûnerên PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê, şîret û ronîkirinên pêwîst pêşkêş kirin û tekezî li wê jî kir ku pêwîst e endamên firaksiyona PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê xwe xizmetkarên welatî û dengderan û berevankarên mafên gel bizanin û karên wan ji axaftinê zêdetir bin.”