Serok Barzanî: Kurdistan di ser partî û hemû berjewendiyên din re ye

Piştî nîvroya roja çarşema 23ê Tebaxa 2023an Serok Mesûd Barzanî serdana qezaya Berdereş kir û li gel cemawer û çînên cuda cuda yên wê deverê civiya.

24.08.2023, Per - 05:59

Serok Barzanî: Kurdistan di ser partî û hemû berjewendiyên din re ye
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û li gotara xwe da tîşk xiste li ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku serkeftin li yekbûnê da ye û li hewlên xwe yên ji bo pêkanîna yekrêziya li ser babetên niştimanî û neteweyiyan de berdewam dibe. Her di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî ragihand nabe alî bikevin ser rêyek ku ji bo dirustkirina kêşe ji bo PDK yariyê bi babetên neteweyiyan bikin û kar ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê bikin. Ji ber ku Kurdistan li ser rûyê PDK û li ser rûyê hemû berjewendiyekî dine. Her wiha eve jî ji bo amadebûyan şîrove kir ku hilbijartin sengê meheke ji bo hukimraniyê û pêgeha aliyan û divê li wê rêyê ve aliyên siyasî baweriya gel werbigrin.

Serok Barzanî bal kişand ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal da û wê yekê xisterû ku Hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha komek rêkeftin û prensîpên şeraket û tewazun û tewafuq hatiye damezrandin lê belê mixabin hê jî niyetê xerapê piştgûh xistina rêkeftinan her maye. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku piştgîriya Serok Wezîrê Iraqa Federal birêz Sûdanî dikîn ji bo wê yekê ku bikarê wan rêkeftinan bi cîh bike û rêgirî lê neyê kirin.

Her di vê civînê de dergehê guftûgoyê ji bo amadebûyan hate vekirin û Serok Barzanî bersîva pirsiyar û têbîniyên amadebûyên civînê da û ewe jî xisterû ku kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî hebûna girift û qeyranan ewê li şiyana wê da bûye ji bo xizmetkirina xelkê kiriye û li hewla ewe da bûye çavkaniyên dinê dahatê bi taybetî li warê çandin û geştuguzariyê de ji bo Herêma Kurdistanê dabîn bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:30:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x