Îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya nûnerayetiyên welatan li Hewlêrê kir ku ji Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave û Konsulê Giştî ya Holanda li Hewlêr Jaco Beerends û Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêr Klaus Streicher û Berpirsê Nûnerayetiya Yekîtiya Ewropa li Hewlêr Tokled Beg û Berpirsa Beşa Siyasiya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê Katrien Kroft pêk hatibû.
Di hevdîtinê de derbarê pêşhatên siyasî yên dawî û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinan de danûstandina bîr û ramanan kirin û şanda mêvan ji bilî destxweşiya li diyarkirina dema birêveçûna hilbijartinê li Herêma Kurdistanê, tekezî li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinê û destgirtina bi bihayên demokratîk û parastin û bihêzkirina bingehên şerîyetê li Herêma Kurdistanê kirin.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî derbarê pêdagirbûna Herêma Kurdistanê bi çanda demokrasî û hilbijartinê ji bo şanda mêvan xisterû û bal kişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê qurbanî daye ji bo ku bi azadî bijî û bihayên demokrasiyê bi cih bike û li piştî raperîna gelê Kurdistanê li 1991 li bajarê Koye yekemîn car ragihandiye ku pêwîst e li şerîyeta şoreşgerî ber bi şerîyeta destûrî ve biçin û hilbijartin bê encamdan.
Serok Barzanî eve jî ji bo şanda mêvan dûpat kiriye ku Kurdistan li ser hemû berjewendiyên din e, bi navê parastina şerîyet û bihayên demokrasiyê, pêwîst e li Herêma Kurdistanê îsal hilbijartin di dema xwe de bê encamdan û di derbarê bi babeta çawayiya beşdariya pêkhatan jî ragihand ku pêkhatên Herêmê bi xwe çi biryarek bidin em piştevanê daxwaza wan dibîn.