Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
Serok Mesûd Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê peyamek belav kir:
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:
Cihê kêfxweşiyê ye ku di pêvajoya çareseriya aştiyê ya li Tirkiyeyê de aliyan helwestên baş nîşan dan û gavên erênî ber bi çareseriya aştiyane ve hatin avêtin.
Her wiha PKKyê jî kongreya xwe li dar xist û komek biryar wergirtin.
Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje encameke baş û di berjewendî û xêra herêmê û hemû aliyan de be.
Em radigihînin ku em bi her awayî piştgiriyê didin serkeftina vê pêvajoyê."