Serok Barzanî li ser Enfala Badînanê peyam weşand: Gelê Kurdistanê ti carî teslîm nebûye

Serok Mesûd Barzanî, ji ber 35emîn salvegera Enfala Badînanê peyamek belav kir

25.08.2023, Cum - 09:25

Serok Barzanî li ser Enfala Badînanê peyam weşand: Gelê Kurdistanê ti carî teslîm nebûye
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî, ji ber 35emîn salvegera Enfala Badînanê peyamek belav kir û anî zimên ku gelê Kurdistanê ti carî teslîm nebûye.

Serok Barzanî, di peyama xwe de xwest ku Hikûmeta Îraqê malbatên qurbaniyan qerebû bike.

Serok Barzanî herwiha bal kişand ser tawanên Îraqê yên li hemberî gelê Kurd û got ku Kurdên li Badînanê rûbirûyî êrişeke berfireh bûne.

Serok Barzanî amaje bi tawanên li hemberî Kurdên Feylî û herwiha Kurdên li Barzan, Germiyan, Helebçe û cihên din kir û got:

“Rêjîma berê ya Îraqê, beriya 35 salan piştî pêvajoya Enfalê û piştî bombebaran û kîmyabarana gelek deverên Badînanê xelkê wê herêmê rûbirûyî girtin û windakirinê hişt.

“Gelê Kurdistanê ti carî teslîm nebû”

Hikûmeta wê demê ya Îraqê li ber çavê cîhanê, li hemberî welatiyên bêtawan ên Badînanê bi sed hezaran serbaz û çek bi kar anîn.

Armanc ew bû ku îradeya şoreşger a Badînanê bişikîne lê belê gelê Kurdistanê xwedanîrade bû.

Doza gelê Kurdistanê rewa bû û gelê Kurdistanê li hemberî wan tawan û sitemkariyên dijmin ti carî teslîm nebû.

Yên ku baca şaşî û tawanên xwe da ew dijmin û tawanbar bûn.

“Ev waneyeke mezin e”

Ev waneyeke mezin e ji bo ciwanên gelê me û ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê jî.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de, silav li giyanê şehîdên Enfalê kir û got:

“Divê dewleta Îraqê qerebûya komkujî û tawanan û herwiha zilma ku li gelê me hatiye kirin bide.”

Enfala Badînanê

Enfala Badînanê, pêla heştan û qonaxa dawî ya Enfalê ye.

Enfala Badînanê, 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û heta 6ê Îlona 1988an berdewam kir.

Rejîma Beasê, bi Enfala Badînanê re êrişî xelkê li herêmên Amêdî, Dihok, Zaxo, Şêxan, Akrê û Barzanê kir.

Rejîma Beasê, li van herêman komkujiyeke mezin kir ku heta îro jî di dilê gelê Kurdistanê de birîneke kûr e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x