Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên dayîka sê şehîdan Eftaw Salih kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya xanim Eftaw Salih, dayîka her sê şehîdan (Ciwamêr, Zulfeqar û Muxtar) bihîst û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dizanim.”
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Eftaw Salih wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya xanim Eftaw Salih, dayîka her sê şehîdan Ciwamêr, Zulfeqar û Muxtar bihîst.
Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên rehmetî Eftaw Salih dikim û ez xwe hevbeşê xemgîniya we dizanim.
Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî Eftaw bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)
Mesûd Barzanî