Serok Barzanî ligel Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê civiya

Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Îlona 2022an li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê Mitja Leskovar kir.

29.09.2022, Per - 13:56

Serok Barzanî ligel Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê civiya
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, Balyozê Vatîkanê bi navê dewleta Vatîkanê bi tundî êrîşa komara Îslamî ya Îranê li ser navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê şermezar kir û sersaxî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ji bo qurbaniyên êrîş û bombebaranê.

Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo pêgeh û rola Serok Barzanî ya di xebata gelê Kurdistanê û pêkanîna aştiyê de nîşan da û herwiha tevî nîşandana pêzanînên xwe ji bo kultûra pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê, spasiya gelê Kurdistanê jî kir ku di rojên dijwar de hembêza xwe ji bo bi sed hezaran aware û penaberên ji pêkhateyên cuda cuda re, bi taybetî ji bo Krîstiyanan vekiriye.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî bal kişand ser kûrahiya ferhenga pêkvejiyanê ya li nav gelê Kurdistanê û tekez jî kir ku gelê Kurdistanê di pêşvebirina vê ferhengê de berdewam dibe û eger çend dengên ji bo dijayetiya pêkvejiyanê hebin jî, ew deng ji aliyê gelê Kurdistanê ve nayên pesendkirin.

Herwiha di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de danûstandina fikr û ramanan hat kriin û Serok Barzanî tekez kir ku divê kêşeyên Iraqê li ser bingeha gotûbêj û destûrê werin çareserkirin.

Di dawiya civînê de Balyozê Vatîkanê spasiya gelê Kurdistanê û saziyên Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazî û mazûvaniya cenabê Papa û bi vê boneyê diyareke taybet pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:23:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x