Serok Barzanî ligel Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê civiya

Li Selehadîn Serok Mesûd Barzanî ligel Desteya Serokatiyê Parlementoya Kurdistanê civiya.

29.08.2019, Per - 07:38

Serok Barzanî ligel Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê civiya
Nuçe Belav bike

Di civînê da guherînên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Di civînê da Serok Mesûd Barzanî û destnîşan kir ku pêwîste parlementoya nû kar bo berdewamî û bihêzkirina binemayên pêkvejiyana ayînî û neteweyî û desteberkina yekrêzîya niştîmanî li Herêma Kurdistanê bike. Herwiha piroseya çaksazî û amadekarina nivîsandina destûreka hemdem bo Herêmî Kurdistanê bike karê xwe yê sereke.

Her di wê civînê da Serok Barzanî piştivaniya xwe bo Desteya Serokayetîya Parlementoya Kurdistanê anî ziman. Herwiha di dirêjahiya civînê da Serok Barzanî roşnayî xiste ser pirensîbên havkarî û hemahengîya di navbera desthilatan û desntînîşanî bi giringiya xizmetguzariyê bo xelkê Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî bi girîngî behsa rola Parlementoya Kurdistanê kir ku Desteya Serokayetiya Parlementoya Kurdistanê ne milkê ti hizba ye mulkê gelê Kurdistanê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 895 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:50:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x