Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şandeke Hevpeymaniya Îdareya Dewletê civiya û di civînê de hilbijartina serokkomarekî nû û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 10ê Cotmeha 2022yan li ofîsa xwe ya li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û şandeke Hevpeymaniya Îdareya Dewletê kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, proseya danûstandinên girêdayî civîna bê ya parlamentoyê, destnîşankirina serokomar û pêkanîna hikûmeta federal hat gotûbêjkirin.
Do daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beşdarên civînê li hev kirin ku li ser van mijaran lêkolîn bikin û beriya civîna parlamentoyê li ser vê mijarê bigihin çareseriyekê.