Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Dîwana Weqfa Sunne civiya û bi hev re li ser proseya siyasî ya Iraqê û sûdwergirtina ji ezmûn û xeletiyên borî, danûstandina fikr û ramanan kirin.
Îro Şemiyê 24ê Berfanbara 2022yan, Baregeha Barzanî ragihand, Serok Barzanî li Selahedîn (Pîrmam) pêşwazî li Serokê Dîwana Weqfa Sunne Şeban El Xezrecî û şanda pê re kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Serokê Dîwana Weqfa Sunne pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebat û têkoşîna gelên Iraqê de nîşan da û spasiya hewldanên Serok Barzanî kir ji bo parastina ferhenga pêkvejiyan û nêzîkkirina hev a pêkhateyan û hevtêgihiştin û biratî û tebayî ya navbera wan. Herwiha spasiya Herêma Kurdistanê jî kir ku di rojên tengasiyê de mêvandariya bi sed hezaran penarber û ziyandîtiyan kiriye.
Baregeha Barzanî eşkere kir, Serokê Dîwana Weqfa Sunne ezmûna Herêma Kurdistanê wek mînakeke baş ji bo beşên din ên Iraqê bi nav kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, di hevdîtinê de li ser proseya siyasî ya Iraqê û sûdwergirtina ji ezmûn û xeletiyên borî, danûstandina fikr û ramanan hat kirin û li ser bar û guzerana xelkê li parêzgehên navîn û başûrê Iraqê gotûbêj hat kirin.