Di kombûnê de, wezîrê derve yê Rûsyayê, ji bilî amajedanê bi peywendîyên dîrokî di navbera gelê Rûsya û gelê Kurdistanê, rola malbata Barzanî û bi teyabet Mela Mistefa Barzanî di kûrkirina van peywendîyan bilind nirxan. Herweha amaje bi rola sîyasî û dîrokî serok Mesûd barzanî da û ragehand, bo hevkarîya heme alî û bo çareserkirina pirsên deverê pişta xwe bi ezmûna serok Barzanê dibestîn. Herweha ûmêda pêşveçûna peywendîyên xwazt di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de di warên cûda yên abûrî, keltûrî û sîyasî de.
Di pişkeke dî ya axivtinîên xwe de, weîzrê derve yê Rûsyayê, ji bilî şirovekirina armanca seredana xwe bo Îraq û Herêma Kurdistanê, xweşhalîya xwe jî ragehand bo baştirkiirna peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Got jî, ku piştî şikesta Daişê, gotûbêj û karên hevpişkên Hewlêr û Bexdayê dibe sedema çareserkirina pirsgirêkan û pêşkevtin û pêşkevtina abûrî.
Di benaber de, serok Mesûd Barzanî, bi germî bixêrhatina wezîrê derve yê Rûsyayê û şanda pê re kir û peywendîyên di navbera gelê Kuridstan û gelê Rûsyayê bi peywendîyeke dîrokî pesin kir, ku binemayeke bihêz û mukim heye. Daxwaz jî kir evan peywendîyan di hemû waran de ber pêşve here.
Her di wê rûniştinê de, serok Barzanî, peywendîyên Hewlêr û Bexdayê bi erênî dazanîn ku pêngavên baş bi arasteya çareserkirina arêşeyan birîye û baştirbûna ewan peywendîyan alîkarîya akincîbûna deverê dide.
Rewşa Suriya û dawîn pêşhatên wê yên sîyasî, tewereke dî ya wê kombûnê bû û serok Barzanî nîgeranîya xwe derbarê ayîndeya gelê Kurd li Suriyê bi wezîrê derveyê Rûsyayê ragehand. Daxwaz jî kir Rûsya rola xwe bileyîze, di egera her bûyer û guhertinekê de ku rê ji kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd li Surîyê bigire.