Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 76. salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û tê de ragihand, “PDK partiya doz û bihayan e û şopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye”
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 76. salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina şanzdehê Tebaxê û bîranîna heftih û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû kadro, alîgir û cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê dikim.
Di bîranîna Şanzdehê Tebaxê da peyama min ji bo cemawer, alîgir û endamên PDK ew e, PDK partiya doz û bihayan e û şopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê pêwîst e hemû kesên partîyî li asta meziniya dîrok û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û divê erkê xwe bi baştirîn awayî encam bidin ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistanê ye. Daxwaz ji hemû Partiyiyan dikim îrade û hêviya wan bihêz be ji ber ku PDK îrade û hêvî û hêz e ji bo hemû xelkê Kurdistanê.
Mesûd Barzanî