Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir

Îro Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir û pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Çîn hat gotûbêj kirin.

18.12.2022, Paz - 18:21

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir
Nuçe Belav bike

Îro 18.12.2022yê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Ni Ruchi kir, ku bi boneya dawî hatina erkê wî û xatir xwastinê serdana Serok Barzanî kir.

Hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Çînê pîrozbahiya serkeftina Kongreya 14emîn a PDKê li Serok Barzanî kir û amaje bi rola Cenabê Barzaniyê Nemir û rêveberê mezin ê Çînê MaoTse-Tung ku danîna bingehên pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Çîn û gelê Kurdistanê yên di sedsala bîstem de kir, hêvî xwest ku pêwendiyên di navbera herdu aliyan di qonaxên paşerojê de hemû waran de zêdetir pêşbikevin.

Di beşeke din ê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Çînê, derbarê hewldan û armancên şîrketên Çînê yên ji bo sermaye razandina li Iraq û Herêma Kurdistanê Serok Barzanî agahdar kir. Herwaha behsa vekirina beşê zimanê kurdî li Zanîngeha Pekînê kir ku wek hewldanek bo bihêz kirina pêwendiyên di navbera welatê xwe û gelê Kurdistanê de anî ziman.

Di heman hevdîtinê de Serok Barzanî jî spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir ku di heyama çend salên borî de hewldanên zêde dane ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Çîn û diyar kir nirxeke zêde daye berfirehbûna pêwendî û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Çînê. Herwaha Serok Barzanî destxweşî li vekirina beşa zimanê kurdî ya di Zanîngeha bajarê Pekînê de kir û wek pêngavekî giring û dîrokî pênase kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:26:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x