Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir û guftûgo derbarê pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kirin.

23.07.2022, Cts - 12:38

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Barzanî îro 23ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Oleg Levin kir ku bi boneya bidawîhatia erkên wî serdana Serok Barzanî kiribû.

Herwaha diyar kir, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Rûsyayê spasiya Hikûmeta Herêmê û saziyên din Herêma Kurdistanê kir ku di heyama borî de hevkar û alîkar bûn ji bo cibicîkirina erk û karên wî. Her di vê civînê de, pêwendiyên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin guftûgokirin û tekezî li ser pêşvebirina wan pêwendiyan hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 470 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x