Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Zanîngehên Navdewletî kir

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Çileya 2023an, pêşwazî li şandeke Encûmena Zanîngehên Navdewletî kir

19.01.2023, Per - 13:21

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Zanîngehên Navdewletî kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Çileya 2023an, pêşwazî li şandeke Encûmena Zanîngehên Navdewletî kir ku ji Serokê Encûmena Zanîngehên Navdewletî Dr. Orhan Hikmet Azîzoglu, Serokê, Serokê Zanîngeha Selahedîn Dr. Karwan Yûnis, Serokê Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê Dr. Îdrîs Mihemed Tahir, Serokê Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkî Dr. Nûredîn Îsmaîl, Serokê Zanîngeha Soranê Dr. Şêrwan Şerîf Qurtas; Serokê Zanîngeha Bayan Dr. Ehmed Dizeyî pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan kurteyek derbarê rewşa zanîngeh û navendên akademîk û asta pêşkeftina zanistî li Herêmê de pêşkêş kir. Her wiha pêzanînên xwe ji bo coş û peroşa Serok Barzanî ya di sîh salên derbasbûyî de nîşan da, ku her tim piştevanê zanîngeh û navendên akademîk ên Herêma Kurdistanê bûye.

Her di vê hevdîtinê de, li ser rola zanîngehan û navendên zanistî di pêşxistina rehendên curbicur ên civaka Kurdî û bilindkirina asta têgihîştin û perwerdekirina tak de gotûbêj hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x