Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê kir

Serok Barzanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan û tekezî li pêkanîna seqamgîrî û pabendbûna destûrê û kûrkirina çemka hevbeşiyê kirin.

09.03.2023, Per - 05:39

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Roja Çarşemê 8ê Adara 2023an, li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan civiyan.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di wê hevdîtinê de herdu aliyan derbarê pêkanîna seqamgîrî û pabendbûna destûrê û kûrkirina çemka hevbeşiyê, danûstandina fikr û ramanan kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “ Di hevdîtinê de ronahî li ser rêkeftina navbera aliyên siyasî û cîbicîkirina bernameyên hikûmeta Iraqê hat xistin. Herwiha tekezî li hevahengî û pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û desthilata dadwerî û saziyên din ên Iraqa federal hat kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:49:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x