Serok Barzanî: Pêwendî û dostaniya gelê Kurd û gelê Hindistanê dîrokî û dêrîn in

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Hindistanê kir û pêwendî û dostaniya gelê Kurd û gelê Hindistanê bi dîrokî û dêrîn bi nav kir.

21.02.2023, Sal - 09:57

Serok Barzanî: Pêwendî û dostaniya gelê Kurd û gelê Hindistanê dîrokî û dêrîn in
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Sibata 2023an pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Hindistanê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Hindistanê Dr. Ewsaf Seîd, Balyozê Hindistanê li Iraqê Brashant Peasey û Konsulê Hindistanê li Hewlêrê Subhash Chandra Kane pêk hatibû.

Şandeya mêvan pêzanînên xwe ji bo tekoşîna Serok Barzanî û gelê Kurd nîşan da û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hindistanê di warên teknolojî, bijîşkî, zanistî, akademî û perwerdeyê de nîşan dan. Her wiha ragihand ku aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn ji bo Hindistanê girîngiyeke wê ya taybet heye.

Li beşeke din a vê hevdîtinê de Serok Barzanî pêwendî û dostaniya di navbera gelê Kurd û gelê Hindistanê de bi dîrokî û dêrîn bin nav kir û piştgîriya xwe ji bo berfiretirkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan dubare kir.

Rewşa navçeyên erdhej lê rû dayî yên Tirkiye û Sûriyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê jî, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x