Serok Barzanî: Pêwendiyên gelê Kurdistanê û Misirê dîrokî, dostane û bi bandor in

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Misirê li Hewlêrê Mehmûd Farûq Amir kir.

19.11.2024, Sal - 17:36

Serok Barzanî: Pêwendiyên gelê Kurdistanê û Misirê dîrokî, dostane û bi bandor in
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Misirê li Hewlêrê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir û ragihand, rêjeya beşdariya berçav û birêveçûna hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di rewşeke aram û medenî de, destkefteke mezin e.

Herwiha Konsulê Giştî yê Misirê pesnê çanda pêkvejiyan û aştêxwaziya gelê Kurdistanê da û rola dîrokî ya Serok Barzanî di parastin û kûrkirina vê çandê de bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi peywendiyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Misirê kir û ew peyvendî bi dîrokî, dostane û bi bandor binav kirin.

Serok Barzanî amaje bi dîroka têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê jî kir û tekez li ser bihêztirkirina çanda pêkvejiyan û aştiyê kir, wek teke rê ji bo bidawîanîna êş û azarên gelên navçeyeyê ye.

Di beşek e din a hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û herwiha peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de û serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê, wek gaveke giring ji bo hevahengî û çareserkirina pirsgirêkan hat nirxandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 81 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:48:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x