Serok Barzanî peyamek derbarê rewşa niha ya Iraqê de belav kir

Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û tê de tekez kir, pêşwazî li her pêngavekê dike, ku armanc jê çareserkirina qeyrana niha ya Iraqê be.

30.11.2019, Cts - 14:00

Serok Barzanî peyamek derbarê rewşa niha ya Iraqê de belav kir
Nuçe Belav bike

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi girîngiyê ve duvdaçûnê li ser pêşketinên vê dawiyê dikîn û pêşwaziyê li her hengavekê jî dikin ku bandora xwe li ser çareserkirina qeyranê hebe û rê li ber rûxan û fewza yan vegerandina serdema dîktatoriyeta şûm de bigre.

Di her guhertineke de jî pêwîst e mafê hemû pêkhatan li ber çav bê girtin û her guhertinek divê li gor mekanîzmên destûrê bê. Her wiha armanca wê çespandina asayîş û aramî û destbilindiya yasa be û dawakariyên rewa yên cemawerê beşê wan hatiye xwarin jî pêk bîne.

Her di vir de şermezariyê li tundutîjiyên berdewam û kuştina xelkên bêguneh dikin û serxweşiyê jî li kesûkarên şehîdan dikin û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 750 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:29:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x