Serok Barzanî pîrozbahiyê li Êzidiyan dike

Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Encûmena Ruhanî û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir

02.08.2022, Sal - 10:25

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Êzidiyan dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Encûmena Ruhanî û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi hilkefta cejna Çileya Havînê ya xweşik û birayên Êzidî, pîrozbahiyeke germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim.”

Her wiha Serok Barzanî hêvî xwast ku xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftinên xwe yên olî di aramî û aştiyê de derbas bikin.

Cejna Çileya Havînê yan jî “Çileya Tîrmehê” her sal di 40emîn roja Havînê de tê pîrozkirin. Wek çawa “Şeva Yelda” dirêjtirîn şeva salê ye, Çileya Havînê jî dirêjtirîn roja Salê ye û di nav Kurdan de xwedî girîngiyeke taybet e, niha jî tenê Kurdên Êzîdî her sal vê rojê pîroz dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x