Serok Barzanî û Bafil Talebanî civiyan

Serok Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de civiyan

19.09.2022, Pts - 07:45

Serok Barzanî û Bafil Talebanî civiyan
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de civiyan.

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Îlona 2022an pêşwazî li Serokê YNKê Bafil Talebanî kir û li gor zanyariyan, di civînê rewşa niha ya Iraqê, pêkanîna hikûmetê û pirsa postê Serokomarê Iraqê tên gotûbêjkirin.

Di dawî civîna di navbera Serok Barzanî û Bafil Talebanî de ku roja 4ê Tebaxa 2022an bû, çend biryar ji bo yekxistina navmala Kurdî hatin dayîn:

Kar bikin ji bo yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî li hember wan astengiyên ku rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne û civînên ji bo vê mebestê werin berdewamkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x