Serok Barzanî û Balyozê Almanyayê rewşa Iraq û penaberan guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî do pêşwazî li Balyozê nû yê Almanya li Iraqê Ole Diehl kir.

29.10.2019, Sal - 06:10

Serok Barzanî û Balyozê Almanyayê rewşa Iraq û penaberan guftûgo dikin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de ku Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêr Barbara Wolf û Cîgira wê Sven Krauspê amade bûn, Balyozê Almanya li Iraqê pêzanînên xwe ji bo aramiya li Herêma Kurdistanê hebû û ragihand, welatê wan spasiya wê rola Herêma Kurdistanê li penadan û hewandina koçberan dike ku erkekî giran e. Eve jî ragihand, ku Almanya li piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û her wiha kar û çalakiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li warên geşepêdan û aramiyê de berdewam dibê.

Di beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erk û karên Balyozê nû yê Almanya de xwast û di derbarê rewşa koçberan jî wê yekê xisterû, ku Herêma Kurdistanê dergehên xwe ji bo koçberan vekiriye û li babeta hewandina koçberan de, pêwîstî bi yarmetî û piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Her di vê civînê de bandora guhertin û pêşhatên Sûriye li ser aramiya Herêm û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û metirsî û gefên terorîstên DAIŞê yên li ser paşaroja Iraq û navçeyê bi taybetî li piştî kuştina Bexdadî guftûgo kirin.

Rewşa siyasî ya Iraq û alozî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û rewşa Kerkûkê mijareke din a vê civînê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 733 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:57:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x