Serok Barzanî û Balyozê Fransa rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Egera operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê, yek ji mijarên guftûgoyên Serok Barzanî û Balyozê Fransa bû

19.07.2022, Sal - 12:17

Serok Barzanî û Balyozê Fransa rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Tîrmeha 2022an pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevallier kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû hatin guftûgokirin.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa Şingalê û koçberan û pêwîstiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê hatin guftûgokirin.

Di beşeke din a civînê de, ronahî hate xistin ser pêşeroja Kurdan li Sûriyê û nîgeraniyên derbarê egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê.

Her di vê hevdîtinê de, ji bilî amajepêdana bi guftûgoya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Serok Macron de, tekezî li berdewamiya pêwendî û hevahengiya di navbera hikûmeta fransa û hikûmeta Herêmê de hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 424 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:01:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x