Serok Barzanî û Hadî Amirî bo çareseriya krîza siyasî li Iraqê bang li aliyan kirin

Serok Mesûd Barzanî û yek ji serkirdeyên şîeyên Iraqê Hadî Amirî îro civiyan û bang li aliyan kirin ku ji krîza siyasî ya heyî derbas bibin.

15.08.2022, Pts - 06:06

Serok Barzanî û Hadî Amirî bo çareseriya krîza siyasî li Iraqê bang li aliyan kirin
Nuçe Belav bike

Şandeke Çarçoveya Hevahengiyê bi serokatiya Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Feth a Iraqî roja Yekşembê 14ê Tebaxê bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de behsa “rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û zehmetî û astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê” hat kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, Serok Barzanî û Hadî Amirî di hevdîtina de tekez kirine ku “pêwîst e aliyên siyasî ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve gav bavêjin û hewldanên xwe bo derbasbûna ji krîza siyasî terxan bikin.”

Iraq di rewşeke hestyar re derbas dibe û krîza siyasî ya li wî welatî her ku diçe kûrtir dibe.

Zêdetirî 10 mehan di ser hilbijartinên giştî yên Iraqê re derbas bûne, lê belê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin, û serokwezîr û serokkomarê nû nehatine hilbijartin.

Krîza li Iraqê bi taybet piştî destjikarberdana parlamenterên Tevgera Sedr û xwepêşandanên alîgirên wê tevgerê li navçeya Kesk a Bexdayê û kontrolkirina avahiya parlamentoyê bo çend rojan dijwartir bûye.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr ku niha ti parlamenterekî wî li parlamentoyê tune ye, daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên bilez dike, lê Çarçoveya Hevahengiyê ku bloka grûpên Şîe yên rikeberên Sedr li xwe digre û nêzîkî Îranê ye, wê daxwazê red dike û rijd e li ser avakirina hikûmeta nû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:09:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x