Serok Barzanî û Macron rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin

Pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê beşeke din a pêwendiya telefonî bû.

28.05.2022, Cts - 06:02

Serok Barzanî û Macron rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro înê 27ê Gulana 2022yan, rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên ewlehiyê û destwerdana derekî ya di karûbarên Iraqê de gotûbêj kirin.

Di pêwendiya telefonî de Serok Barzanî bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Fransayê pîrozbahî li Emmanuel Macron kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî sersaxî li Serok Barzanî kir ji ber canjidestana kesên di teqekirinên duh de li Bamernê ya li sînorê Duhokê bûn qurbanî.

Pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê beşeke din a pêwendiya telefonî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:00:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x