Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson û Konsula Brîtanya li Hewlêrê Rosie Cave amade bûn, Lord Ehmed pêzanînên xwe ji bo tekoşîna Serok Barzanî nîşan da û rol û bandora Serok Barzanî ya di pêkanîna aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de bilind nirxand.
Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de gotûbêj kirin.
Di beşeke din a civînê de, rewşa Herêma Kurdistanê û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de hate gotûbêjkirin, Serok Barzanî jî bal kişand li ser wê yekê ku divê îsal hilbijartin bên kirin.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de, mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du alî tekez li ser pêşxistina wan pêwendiyan kirin.