Serok Barzanî û Seroka Parlamentoyê nivîsandina destûrê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq di hevdîtinekê de li ser mijara nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

21.09.2022, Çar - 13:06

Serok Barzanî û Seroka Parlamentoyê nivîsandina destûrê gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq di hevdîtinekê de li ser mijara nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin û Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Parlamentoya Kurdistanê û hewldanên zemînsazî û pêkanîna yekrêziyê ji bo nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê ragihand.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro çarşemê 21ê Îlona 2022yan li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq kir.

Hat diyarkirin ku her du alî di hevdîtinê de behsa pirsa nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê û pêdiviya zemînesazî û dirustkirina hemahengî û yekdengiya li navbera aliyên siyasî û pêkhateyên civakî yên Herêma Kurdistanê ya ji bo nivîsîna destûrê kirin.

Di beşeke daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Cenabê Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo Parlamentoya Kurdistanê û her hewleke zemînesazî û dirustkirina yekrêziya ji bo nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê ragihand ku ji aliyê sazî û damezraweyên bilind ên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, wekî çawa li berê jî heman helwesta xwe hebûye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:59:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x