Serok Berzanî: Enfalkirina Barzaniyan, xeleke din ji zincîreya tawanên li dijî gelê Kurd bû

Serok Mesûd Barzanî îro 30î Tîrmeha 2022an di merasîma pêşwazîkirina li termên sed Barzaniyên Enfalkirî de başdar bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

30.07.2022, Cts - 17:18

Serok Berzanî: Enfalkirina Barzaniyan, xeleke din ji zincîreya tawanên li dijî gelê Kurd bû
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di gotara xwe de da zanîn “Enfalkirina Barzaniyan, xeleke din ji zincîreya tawanên li dijî gelê Kurd bû.”

Barzanî, derbarê rewşa niha ya Iraqê de jî ragihand, “Di vê rewşa niha ya Iraqê de, gelekî nîgeran in û xelkê Iraqê bi hemû pêkhatiyên wê, hêjayî jiyaneke baştir in.”

Serok Barzanî berdevamîya daxûyanîya xwe de ragihand, “Rast e pirsgirêk hene, lê hebûna pirsgirêkan asayî ye. Ti pirsgirêk nîne ku çareseriya wê tune be, eger niyaza pak a ji bo çareserkirinê hebe. Pirsgirêka petrol, gazê, budce û pirsgirêkên din dikarin bêne çareserkirin. Lê belê bi nêrîna min pirsgirêka bingehîn û metrisîdar, ew kultura ku ev tawan berhem aniye ye. Divê ev kultur ji rîşeyan ve bê kişandin.”

Her wiha got: “Berî sî û neh salan, rêjîma Beis heşt heşt hezar Barzanî veguhastin başûrê Iraqê û enfal kirin. Gunehê wan tenê ew ku Barzanî bûn. Ev xeleke din ji zincîreya tawanên li dijî gelê Kurdistanê bû, wek enfalkirina 12 hezar Kurdên Feylî, kîmyabaran û enfalkirina giştî ku li piraniya navçeyên Kurdistanî hate kirin û 182 hezar welatî bi zindî hatin enfalkirin.”

Her wiha got: “Heta niha me karî hejmarek ji termên şehîdan vegerînin, lê belê hîn gelek jî mane, heta termê yek şehîdî mabe jî, em ê di hewlên xwe de berdewam bin.”

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de ragihand, “Pêwîst e rê neyê dayîn tawanên rêjîmê bibin sedema dijayetiya di navbera gelan de. Rêjîm tên û diçin, lê biratiya gelan dimîne.”

Her wiha got: “Encûmena Nûneran a Iraqê, Dadgeha Tawanan û Parlamentoya Kurdistanê ev tawan wek jenosayd nas kir û hikûmeta Iraqê jî pabend kir ku termên qurbaniyan vegerînin û malbatên wan qerebû bikin.”

Got jî: “Em li bendê bûn ku hevpeymanên me hevkar bin ji bo hinek ji xem û azarên kesûkarên şehîdan kêm bibin, lê belê berûvajî wê kirin. Qerebûkirina kesûkarên şehîdan, erkekî yasayî û exlaqî ya hikûmeta Iraqê ye û hêvîdar ew vî erkê xwe bi cih bînin.”

Derbarê rewşa niha Iraqê de, Serok Barzanî got: “Em ji vê qeyrana ku niha Iraq tê de ye, gelekî nîgeran in. Piştî rûxana rêjîmê, sûde ji wê derfetê nehat girtin, destûr hat piştguhkirin, sedemên pirsgirêkan nehatin çareserkirin û serederiya şaş bi encaman re hate kirin. Xelkê Iraqê bi giştî ewqas êş û azar dîtine ku ew hêjayî jiyanekê ji ya niha baştir in. Em hêvîdar in hemû alî hest bi berpirsatiyê bikin û bi niyazeke pak û vîneke polayî, vê qeyranê dawî bikin û careke din karesatên wiha dubare nebin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 497 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:20:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x